Çarenivîsa 700 zarokên Êzidî û 2900 revandiyan nediyar e

Çarenivîsa 700 zarokên Êzidî û 2900 revandiyan nediyar e

PeyamaKurd - Rêvebirê Karûbarên Êzidiyan Cafer Simo ragihand ku 2 hezar û 600 zarokên Êzidî li Şingalê ketine bin destê DAIŞê û wek çekdar hatine bikaranîn ku niha jî çarenivîsa 700 zarokan nediyar e.

Rêvebirê Karûbarên Êzidiyan Cafer Simo di bernameya “Rojbaş” a K24ê de ku taybet bû bi Roja Cîhanî ya Zarokên Qurmabiyên Şer û Destdirêjiyan, ragihand, nêzîkî 4 hezar zarokên Êzidî bûn qurbaniyên destê DAIŞê.

Cafer Simo da zanîn, zêdetir ji 2700 zarokên Êzidî li nava kampan, bê dê û bav mane.

Simor diyar kir, ji destpêka êrîşên DAIŞê ve, nêzîkî 2600 zarokên Êzidî li Şingalê ketin destê wê rêxistina terorist û wek çekdar hatin bikaranîn. Heta niha jî çarenivîsa 700 zarokên di bin destê DAIŞê de jî nehatiye zanîn.

Rêvebirê Karûbarên Êzidiyan bal kişand ser ku ew ji bo dîtin û diyarkirina çarenivîsa zarokên windayî ji hikûmeta Iraqê bê hêvî bûne, ji ber ku parleman û hikûmeta Iraqê li Êzidiyan xwedî dernakevin.

3yê Tebaxa 2014an terorîstên DAIŞê êrîşî herêma Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kiribûn, ferman li serê bi hezaran Kurdên Êzidî rakiribûn ku bi hezaran keç, jin û zarokên Êzîdî hatin revandin û bi deh hezaran kes jî ji ber wan terorîstan koçber û penaber bûn.

Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidîyan daye xuyakirin ku heta niha çarenivîsa 2900 Kurdên Êzidî hîn jî nediyar e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin