Cenazeyê hunermend Xazî ji ber Tirkiyê nehist derbasî Kobanê bibe, li Sirûcê spartin axê

Cenazeyê hunermend Xazî ji ber Tirkiyê nehist derbasî Kobanê bibe, li Sirûcê spartin axê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber nehiştina desthilatên Tirkiyê ya derbaskirina Rojavayê Kurdistanê, cenazeyê hunermend Kurd Mihemed Xazî li Sirûcê bo axê hat spartin.

Hunermendê kemanjen Mihemed Xelîl Xazî ku ji Kobaniyê ye, 5ê Tebaxê di 91 saliya xwe de, li nexweşxaneyeke Enqerê ya Tirkiyê ji nexweşiyê koça dawî kiribû.

Malbata Xelîl Xazî xwest cenazeyê wî îro ji ser dergeha Cerablus a sînorî, derbasî Kobaniyê bikin, lê deshilatên Tirkiyê destûr nedan û malbatê nekarî wesiyata Mihemed Xelîl Xazî bicih bîne.

Piştî nehiştina derbaskirina cenaze, malbata Xazî îro cenaze li gundê Ziyaret Şêx Muslim ê bajarokê Sirucê yê Bakurê Kurdistanê veşart.

Mihemed Xelîl Xazî (Mihemed Dûman) li rex hunermendê floklorî Baqî Xido bi hunera gelêrî û lêdana kemanê naskirî bû.

Mihemed Xazî li ser vegerandina mîrasa gelê Kurd bi rêya parastina çîrokên Kurdan bi stranên xwe xebitî ku strana Bêmal, Xemê Zalim, Dûman e û Binefşa Narîn ji wan in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin