PeyamaKurd – Çawişê Pispor ê Tirk Musa Orhanê tecawizkar ku piştî destdirêjiya 20 rojan li navçeya Qûbînê Batmanê bû sedema mirina keça bi navî Îpek.E piştê nerazîbûnên raya giştî û daxwa girtina wî li ser medya civakî, îro dozgeriya Sêrtê biryara girtina wî derxist.
Hat zanîn ku Dozgeriya Sêrtê ji bo girtina Musa Orhan ji aliyê dadweriya sul cezayê ve biryara girtinê derxistiye û doznameya wî jî hatiye amadekirin.
Baroya Sêrtê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku biryara girtina wî kesê tecawizkar hatiye derxistin û ew dê rewşê bişopînin.
— SİİRT BAROSU (@SiirtBarosu) August 19, 2020
Keça 18 salî ya bi navê İ.E ku 16ê Tîrmehê piştî destdirêjiya çawişê pispor ê artêşa Tirkiyê Musa Orhan, hewla xwekuştinê dabû, doh 18ê Tebaxê li nexweşxaneyeke Batmanê jiyana xwe ji dest da.
İ.E piştî hewla xwekuştinê li nexweşxaneyê nameyek nivîsandibû û tê de behsa hurgiliyên êrîşa tecawizê ya li ser xwe kiribû ku gotibû, mirin ji mayîna li jiyanê çêtir e û xwestibû ew kes bê cezakirin.
Çawişê Pispor Musa Orhan piştî ku hatibû binçavkirin, car din hatibû serbest berdan û di îfadeya xwe de îdia kiribû ku wî destdirêjî li wê keçê nekiriye, lê belê piştî di rapora Tiba Dadî de derket holê ku wî êrîşa destdirêjiyê li keça bi navê İ.E kiriye vê carê jî gotibû, ew ‘alkol’ bûye û dîsa hatibû berdan.
Doh piştî belavbûna nûçeya mirina keça Kurd, li ser medya tagên #MusaOrhanTutuklansin hatin vekirin û bi sed hezaran kesan daxwaza girtina wî kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin