Serok Barzanî bi sanda ENKSê re civiya: Daxwazek jê hat kirin…

Serok Barzanî bi sanda ENKSê re civiya: Daxwazek jê hat kirin…

PeyamaKurd -  Serok Mesûd Barzanî îro 10ê Çile li Selahadîn bi şanda Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) re civîya. Şanda ENKSê daxwaz ji Serok Barzanî kir ku mezlûmiyeta dengê Kurdên di warê dîplomasî de bigihîne qada navdewletî.

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand, di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li Sûriye û guhertinên hevkêşeyên meydaniyên Sûriyê hatine nirxandin û şanda mêhvan bi kurtî di derbarê rewşa hemwelatiyên Kurd li Sûriye de û dilgiraniyên xwe yên li ser paşeroja Kurdan li wî welatî bi Serok Barzanî re parve kir.

Şanda ENKSê spasiyên xwe gihandin Serok Barzanî ku her dem piştevan û xemxûrê gelê Kurd li Sûriye ye û pêzanînên xwe ji bo helwesta vê dawiyê ya Serok Barzanî di derbarê çarenûsa gelê Kurd li Sûriye de hebûye.

ENKSê daxwaz kir ku Serok Barzanî deng û mezlûmiyeta gelê Kurd bigihîne navendên dîplomasî û navdewletiyan.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî di hevdîtinê derbarê çawaniya karpêkirina ligel pêşhatên nû û parastina gelê Kurd li Sûriye rênimayî û şîretên pêwîst li şanda mêhvan kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin