Amarên dawî yên Herêma Kurdistanê hatin eskere kirin

Amarên dawî yên Herêma Kurdistanê hatin eskere kirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ragihand mu di nav 24 demjimêrên borî de 508 pêketiyên vîrusa korona yên nû hatine tomar kirin û 17 kesan jî ji nexweşiyê can daye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji encama 3035 testên nû li Hewlêrê (1608 test) li Silêmaniyê (401 test), li Germiyan (165 test), li Raperîn (431 test), li Duhokê (385 test) û li Helebcê 45 tesan, 508 pêketiyên nû hatine tomar kirin.

278 kes li Hewlêrê, 97 kes li Silêmaniyê, 21 kes li Germiyan, 62 kes li Raperîn, 32 kes li Duhokê û 18 kes jî li Helebcê bi vîrusa korona ketine.

Wezareta tenduristiyê ragihand 166 kes baş bûne û li gor wê amarê jî 101 kes li Hewlêrê, 32 kes li Germiyan, 23 kes li Duhokê û 10 kes jî li Helebcê ne.

Herwiha 17 kesan jî jiyana xwe ji dest dane ku 13 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, kesek li Germiyan û kesek jî li Duhokê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin