Erdogan: Me jina Bexdadî desteser kir, lê em wek Amerîka bideng nakin

Erdogan: Me jina Bexdadî desteser kir, lê em wek Amerîka bideng nakin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku wan jina Serokê DAIŞê Ebubekir el Bexdadîyê bi operasyona Amerîkayê li nêzî sînorê Tirkiyê hatiye kuştin desteser kiriye.

Erdogan li merasîma Zanîngeha Enqere Zankoya Îlahiyatê axivî û li ser desteserkirina yek ji jinên Bexdadî got, “Cara yekê îro li vê derê radigihînim. Me jî jina Bexdadî desteser kir, lê me wekî Amerîkayê bideng nekir. Me xwişka wî û bacanaxê wî jî li aliyê Sûriyê desteser kir.”

Erdogan herwiha di axaftina xwe de, dijî bikaranîna peyva ‘terora îslamî’ ku welatên rojavayî bikar tînin jî derket û got, ‘Ji misilmanan terorîst çênabe’.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku li Bexdadî li gundekî Idlibê yê nêzî sînorê Tirkiyê ji aliyê Amerîkayê ve hat kuştin, niha Tirkiye jî xwe wekî ku bi DAIŞê re têkoşînê dike nîşan dide û operasyonên desteserkirina endamên rêxistinê radigihîne.

Serokê Raghiandina Serokomariya Tirkiyê Fahrettin Altun jî duşema borî ragihandibû ku xwişka Bexdadî ya bi navê Rasmiya Awad ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve li Sûriyê hatiye desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin