PeyamaKurd – Kabîneya 9em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo bicihanînan projeyên nû û zêdekirina dahatan li seranserê parêzgehan xebatên xwe zêde kirine digel ku hem ji ber vîrusa koronayê hem jî kêmbûna dahatên petrolê di rewşeke zehmet de derbas dibe.
Piştî ketina warê cîbicîkirinê ya yasa çaksaziyê li Silêmanî, Hewlêr û Duhokê bilez dest bi avadankirina hejmarek projeyên nû û temamkirina yên berê hatiye kirin ku mebest xurtkirina aboriya Kurdistanê û bilindkirina kalîteya jiyana hemwelatiyan e.
Herî dawî îro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Zaxoyê kir û biryar da li wir jî çend proje werin bicihanîn.
Li gorî ragihandina Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana Zaxoyê de biryar da, bi mîqdara 50 milyar Dînaran proje li Zaxoyê bên endamdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin