Li Kirgizistanê roja hilbijartinên dubare hat diyarkirin

Li Kirgizistanê roja hilbijartinên dubare hat diyarkirin

PeyamaKurd – Piştî protestoyên dijî encamên hilbijartinên 4ê Cotmehê, hikûmeta Kizgizistanê û serokomar Sooronbay Ceenbekov îstifa xwe dabûn.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li Kizgizistanê ragihand ku 20ê Kanûna 2020an ji bo hilbijartinên dubare yên welat hatiye diyarkirin.

Di hilbijartinên 4ê Cotmehê yên parlamentoyê de, ji ber benda hilbijartinê 12 partî nekarîbûn bikevin parlamenê û piştî protestoyên berdewam encamên wê hilbijartinê hatibûn betalkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin