PeyamaKurd- Li welatê Kolombiyayê ku dikeve Başûrê Amerîkayê, yek ji serpereştên xelkê yê bi navê Alvaro Narvaez ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar de, tevî hinek ferdên malbata xwe ve li eyaleta Cauaca hatin kuştin. Narvaez serokê konseya civata El Vado ye.
Di êrîşa kuştinê de Alvaro Narvaez, jina wî, kurekî wî û neviyê wî hatin kuştin. Kurê wî yê din ku 17 saliye, birîndar bûye û wî birine nexweşxanê.
Parêzgerê eyaleta Caucayê Elias Larrahondo, mijarê bo çapemeniyê weha ragihand:
“Astengiyên me yên pandemiyê ne besî me bûn, niha şerên çekdarî lê zêde bûn. Em dixwazin ewlekariya serokên civakan bên zêdekirin û sermaye bikeve herêma me.”
Dawiya hefteya borî 4 kesên din jî ji malbata Narvaez hatibûn kuştin.
Piştî lihevhatina dewletê û rêxistina FARC ê aktîvîst û serokên civatan tên kuştin û bûne hedef.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin