PeyamaKurd - Waliyê Hatayê Rahmî Dogan ragihand ku 140 serbaz û polîsên Tirkiyê li Efrîn û Îdlibê bi vîrusa koronaya nû Covid-19 ketine.
Waliyê Hataya ser sînorê Rojavayê Kurdistanê Rahmî Dogan aşkere kir, li Efrînê pişkinînên 120 serbazan pozîtîf derketiye û li Îdlibê jî 20 serbaz bi koronayê ketine û bi giştî 140 serbaz û polîsên Tirkiye bi koronayê ketine.
Her wiha Parêzgarê Hatayê got, li bajarê Hatayê jî 180 kes bi koronayê ketine û heta niha di nav sivîlên Efrîn û Îdlibê de ti tûşbûyekî Korona nehatiye tomarkirin.
Di destpêka meha Gulana de, 7 serbazên Tirkiyê li Efrînê wek hilgirên vîrusa Koronayê hatibûn tomarkirin û binkeya serbazî ya Tirkiyê li Efrînê hatibû kerentîkirin.
Efrîn ku zêdetir ji 2 salan e ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve dagîrkirî ye, heta niha hemû kartên xizmetguzariyê li bajêr di rewşeke xirab de ne, ji nava wan jî karta tenduristiyê. Ji ber wê jî welatiyên Efrînê di wê metirsiyê de ne, heger vîrusa koronayê li herêma wan belav bibe, dê karesateke mirovî rû bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin