PeyamaKurd - Bi serperiştiya Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, îro çarşemê 14.10.2020an, Lîjneya Bilind a Koronayê dicive.
Civîna Lîjneya Bilind a Koronayê serê sibehê saet 10:30an li dîwana Wezareta Navxwe bi rê ve diçe. Di civînê de rewşa tendirustiyê li Herêma Kurdistanê û teşekirina vîrusa Koronayê û rewşa proseya xwendinê li dibistan û zanko û kolejên Herêma Kurdistanê wê bê gotûbêjkirin.
Heta niha li seranserî Herêma Kurdistanê, 57 hezar û 365 kes bi Koronayê ketine û 35 hezar û 705 nexweş jî baş bûne û 19 hezar 620 nexweş di bin tedawiyê de ne û 2.040 kes jî bi Koronayê mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin