PeyamaKurd-Kompaniya Lêkolînê ya Optimarê, di rapirsiya xwe ya dawî de eşkere kir ku rêjeya kesên Serokomariya Recep Tayip Erdogan erê dikin, ji rêjeya dengên Ak Partiyê kêmtir in.
Kompaniya Lêkolînê ya Optimarê, di 23 û 28ê Nîsana 2022yan de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rapirsî çêkir û di derbarê rojeva siyasî de bi 1847 kesan re axivî. Li gorî rapirsiyê, di derbarê hilbijartinên serokomariyê de, ji %33.1ê beşdarên rapirsiyê dibêjin, em dengên xwe didin Recep Tayip Erdogan û ji %13ê beşdaran jî dibêjin em ê dengên xwe bidin Mansur Yavaş. Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, bi rêjeya ji %12an, di rêza sêyemîn de ye û Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Imamoglu jî bi rêjeya ji % 9.1 ketiye rêza çaremîn.
Di rapirsiyê de ji beşdaran hatiye pirsîn; Gelo vê yekşemê hilbijartin çêbibe, hûn ê dengên xwe bidin kê?
Di encama bersivan de; ji %36.2 AK Partî, ji %26.6 CHP, ji %10.6 IYI Partî, ji %10.2 HDP, ji %10.1 MHP dengên beşdaran girtine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin