Îsmaîl Besîkcî: Mirina Firset Sofî ez gelekî xemgîn kirim

Îsmaîl Besîkcî: Mirina Firset Sofî ez gelekî xemgîn kirim

PeyamaKurd – Civaknas Doktor Îsmaîl Beşîkciyê dostê Kurdan, li ser wefata parêzgarê Hewlêr Firset Sofî peyameke serxweşiyê belav kir.

Beşîkcî xemgîniya xwe ya bo koça dawî ya Firset Sofî anî ziman û got, “Mirina Firset Sofî ez gelekî xemgîn kirim.”

Beşîkcî di peyama xwe de wiha got:

“Ew rêveberekî laîk, demokrat, serxwebûnxwaz û azdîxwaz bû. Wê bîranîna wî her zindî bimîne. Ez ji malbata wî, hevalên wî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji hemû Kurdistaniyan re sersaxiyê dixwazim.”

Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî 17 Cotmehê li nexweşxaneyeke Enqerê dema tedawiya koronayê dibû, koça dawî kiribû û doh 19ê Mijdarê jî Hewlêr piştî merasîmeke fermî cenazeyê wî hatibû rakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin