PeyamaKurd – Li Hewlêrê lidarxistina ahengên sersalê bi tevahî hat qedexekirin û ger her hotel, kafeterya û restoran ahengan li dar bixe, wê bihên girtin û 10 milyon dînaran ceza bidin.
Li gor daxuyaniya Odeya Operasyonên Hewlêrê, Yekeyên îdarî yên her bajarekî ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, dê xwediyên kafeterya û restorant û hotelan agahdar bike, ji ber vîrusa Koronayê ahengên sersalê li dar nexin. Her cihê pabend nebe, dê heya mehekê bihê girtin û bi pareyan bihê cezakirin.
Herwiha Odeya Operasyonên Hewlêrê hişyariyê jî dide şofêrên taksî, otobus û mînîbusan û otombîlên taybet jî, da ku pabendî rênimayiyên tendirustiyê bibin, him ew him jî rêwiyê wan bi maske bin. Pabendnebûn, wê bibe sedema destbiserdegirtina otomobîlan û cezakirina bi pareyan.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, merasîmên sersaxiyê û dawetan li hol û malan qedexe ye û bingeha polîs û muxtarên taxan berpirs in ji rêkarên yasayî yên li hember her kesekî ku pabend nebe.
Herî dawî hat eşkerekirin, fermanber jî divê bi maske bin û welatî jî bi maske biçin nav fermangehan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin