PeyamaKurd – Sê welatên garantor ên krîza Sûriyê, Rûsya, Tirkiye û Îran, îro û sibe( 25 û 26ê nîsanê) li bajarê Astana yan jî Nûr Sultan a paytexta Kazaxistanê, civîneke nû ji bo hevdîtinên derbarê krîza Sûriyê de encam didin. Tevî nûnerên welatên garantor, şanda hikûmeta Sûriyê jî beşdar dibe lê hat diyarkirin ku ti nûnerekî kurd beşdarî wê hevdîtinê nabe.
Di hevîdtinên Astana (Nûr Sultan) de, ku bi pêşengiya her sê welatên garantor birêve diçin, Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY)ji bo Sûriyê, Geir Pedersen û şanda her yekê ji hikûmeta Sûriyê û opozisyonê jî, herwiha nûnerê Urdinê weke çavdêr beşdar dibin.
Avakirina komîteyeke hevbeş ji aliyên sûrî, derbarê pêkanîna destûreke nû ji bo wî welatî, çareserkirina qeyrana Sûriyê, berdana girtiyan û çareseriyeka siyasî, mijarên sereke ên wê hevdîtinê ne.
Wezîrên her sê welatên Aemrîka, Brîtanya û Fransa jî, di daxuyaniyekê de, tekezî li serê wê yekê kiribûn, ku bidawîanîna milmilaniya Sûriyê, divê bi rêya lihevkirineke siyasî be, li ser bingeha biryara Encûmena Asayişê ya Navdewletî 2254. Ev yek jî ne li Nûr Sultan, ne jî li Astana û Soçî, lê belê li Cenevreyê peyda dibin, weke ku Îtîlafa Opozisyonê dibîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin