PeyamaKurd – Hat ragihandin ku PKKê êrîşeke bi roketan biriye ser înşeata Qeleqola li Çiyayê Cûdî yê li Silopîyê ku maşîneyên kar bûne armanca wê êrîşê.
Li gorî medya Tirkiyê, êrîş doh beyaniyê pêk hatiye û bi roketan bi ser înşeata Qelaqola herêma Sefîn a Çiyayê Cûdî de hatiye kirin.
Li gorî hatiye ragihandin, tenê ziyanên madî li ser maşîneyên kar çêbûne ku piştre jî endamên PKKê ji cihê bûyerê dûr ve çûne.
Hat diyarkirin ku piştî êrîşê artêşa Tirkiyê (TSK) operasyoneke berfireh li herêmê daye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin