PeyamaKurd- Di doza “Gezi” de 16 kes tên darizandin û di serê wan de xwediyê şîrketa “Anadolu Kultur A.Ş.” Osman Kavala heye. Doza “Gezi”yê gelek deng dabû ku li Taksima Îstenbolê bi rojan çalakî hatibûn lidarxistin û hukumeta Tirkiyê gelek meşxûl kiribû. Di navbera beşdarvanên çalakiyên Taksima Îstenbolê de û hêzên asayîşê de, bi mehan şer û pevçûn derketibû. Li gor ragihandina hukumetê li pişt wan çalakiyan yê ku destekê dida wan Osman Kavala bû. Osman Kavala niha di zîndanê de ye û îro car din derket ber heyeta dadgehê. Lê Osman Kavala nehat berdan û car din wî şandin zîndanê.
Di doza “gezi” yê de 1 kes girtiye, 6 kes firarin û di temamê dozê de 16 kes tên darizandin. Sûcê ku Osman Kavala jê tê darizandin “Hewledana rakirina hukumeta dewleta Tirkiyê ji holê” ye. Cara 3 yeme ku Kavala dertê ber heyeta dadgehê ku 20 mehe girtiye.
Dadgeh ji aliyê gelek kesan de hat şopandin. Di nava şopîneran de balyozên Hollanda, Îsveç û Îswîçre yên Îstenbolê hene. Temsîlkarên sefaretên Almanya û Norweçê, temsîlkarên rêxistina efûyê ya navdewletî, temsîlkarê yekîtiya baroyên dinyayê, hinek parlementerên HDP ê û CHP ê hebûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin