PeyamaKurd - Lijneya Damezrîneran a Partiya Nû "YENİ Parti" civîna xwe ya yekem li dar xist û Ozgur Ozer bi yekdengiya hemû endaman wekî Serokê Giştî hat hilbijartin.
Piştî vê hilbijartinê, pêvajoya diyarkirina Meclisa Partiyê û Lijneya Bilind a Dîsîplînê dest pê kir.
Yenî Partiyê ragihand ku Ozel belgeyên damezrandinê îmze kirine û ji CHPê veqetiya ye.
Daxwaznameya fermî ya partiyê ji aliyê parlementer Murat Emir ve radestî Wezareta Navxweyî hat kirin û belgeya wergirtinê ya bi dîroka 24ê Tîrmeha 2026an di qeydan de hat tomarkirin.
Îstifaya 91 parlementeran û Partîya Nû
Ligel Ozgur Ozel bi giştî 91 parlementer ji CHPê îstifa kirin û tevlî Lijneya Damezrîneran a "YENİ Parti"yê bûn.
Di dîmenên îmzekirina belgeyan de Ozel got ku ev pêngav ji bo welat û gel li ser xêrê be.