PeyamaKurd - Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Leo XIV di serdana xwe ya Angolayê de daxwaza bidawîanîna pevçûnên li Ukrayna û Rojhilata Navîn û avakirina aştiyê kir.
Piştî ayînekê li Kilamba, paytexta Luanda, Angolayê, ku ew li wir di gera xwe ya Afrîkayê de ye, Papa Leo XIV got, "Agirbesta ku li Lubnanê hatiye ragihandin dilxweşker e û ji bo gelê Lubnanî û herêma Levantê nîşanek rihetiyê ye. Ez alîyan, ku bi biryardarî lêgerîna xwe ya çareseriyek dîplomatîk didomînin, vedixwînim ku diyalogên aştiyê bidomînin ku wê dawî li dijminatiyê li seranserê Rojhilata Navîn misoger bikin."
Papa diyar kir ku wî ji bo hemî gelên Ukraynayê jî dua kiriye, û got, "Ez banga xwe ya ji bo bidawîanîna şer û ji bo şopandina rêya diyalogê dubare dikim."