Pakistan û Çîn banga hevpar ya aştiyê li Rojhilata Navîn kirin

Pakistan û Çîn banga hevpar ya aştiyê li Rojhilata Navîn kirin

PeyamaKurd – Pakistan û Çînê banga hevpar kirin da di Rojhilata Navîn de ji nûh de aştî û îstîqrar bibe û yekser xwestin ku agirbes bê ragihandin.

Wezîrê karên derve yê Pakistanê Ishaq Dar û wezîrê karên derve yê Çînê Wang Yi, piştî hevdîtinê daxwuyaniyekî hevpar dan ku mehekiye di navbera Îran û Îsraîl-DYA de şer dewam dike, gotin ku piştî şer destpêkir, di Buhira Hurmizê de sewqiyata petrol û gazê nabe û ev dike ku li seranserê dinyayê aboriyê asteng dike.

Di daxwuyaniyê de her dû dewlet xwestin ku divê hewl bên dayîn da şer raweste û bihêlin ku alîkarî here bo herêmên ku ji şer bandorê dîne. Di daxwuyaniyê de xwestin ku diyalog di navbera her dû terefan de destpêbike û weha dewam kir:

“Diyalog û dîplomasî tekane rê ne ku pirsgirêk çareser bibin. Çîn û Pakistan bang dikin ku dest bi muzakereyan bikin, arîşêyen xwe di rêya aştiyê de çareser bikin û di pêvajoya hevdîtinên aştiyê de, hêzê bikar neynin û ji tehdîda hêzê xwe dûr bixin.

Divê êrîşên ser sîvîl û esasên bingehîn rawestin. Hurmiz ji aliyê gihandina mal û enerjiya kureyî de guzergahekî girînge, divê ewlehiya keştî û muretebatên ku asê mane bibe û di wextekî kurt de divê Hurmiz bo çûn û hatinê vebe.”