Peyamakurd- Li gorî nûçeya The Guardianê, Papa Francisco rê li ber jinan vekir ku di Senoda Metran de ji 365 dengan 54 dengan bidest bixin.
Li Vatîkanê ji bo jinan biryareke dîrokî hat dayîn. Papa Francis, di Senoda Metran de biryar da ku bibin xwediyê mafê dengdanê.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Vatîkanê ve hatiye dayîn, Papa hin guhertinên di normên têkildarî rêveberiya Sînoda Metran ku yek ji saziyên girîng ên şêwirmendiyê ya Dêra Katolîk e ku metranên ji çar aliyê cîhanê bi awayekî periyodîk li hev dicivin, qebûl kir.
Civîna Metran ku jin û kesên ne metran dê cara ewil deng bidin, dê ji rola jinan bigire heta bêdawîtiya kahînan û bereketa hevzayendan, hin mijarên ku rûbirûyê dêrê ne, nîqaş bike.
Hat diyarkirin ku Civîna Metran dê 3 hefteyan berdewam bike.
Di çapemeniya Îtalyayê de hat gotin ku ev guhertin ji bo Vatîkanê "xala zivirîna dîrokî" û "di Dêra Katolîk de nûbûneke bêhempa" ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin