PeyamaKurd – Komisyona Darayî ya Parlamena Iraqê, banga cîbicîkirina pakêta reformên darayî ku hikûmeta Iraqê beriya niha ragihandibû li serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî kir.
Hat ragihandin ku Serokê Komisyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê Heysem el Cuburî pakêta reforman a ji aliyê parlamenê ve hatiye amadekirin îmze kiriye û ji bo cîbicîkirina wê ji Mistefa Kazimî re şandiye.
Hat diyarkirin ku xalên reforman dikevin bin erka hikûmetê û ji ber wê jî parlamenê daxwaz ji Kazimî kiriye ji bo cîbicîkirina wan bikeve tevgerê.
Hêjayî gotinê ye, hikûmeta Mistefa Kazimî piştî pandemiya koronayê û kêmbûna nirxê petrolê ji bo rûbirûbûna krîza darayî pakêteke reformê ragihandibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin