PeyamaKurd – Projeyayasaya sînordarkirin û astengkirina medya civakî li Tirkiyê, ji aliyê Komîsyona Edaletê ya Parlamena Tirkiyê ve, hat pejirandin.
Li gorî projeyasaya ku ji aliyê herdu partiyên deshilat AKP-MHPê hatiye amadekirin, sînordarkirin, kontrolkirin û astengkirina medya civakî tê xwestin.
Piştî projeya bo parlamenê hat pêşkeşkirin, ji aliyê Komîsyona Edaletê ve hati gotûbêjkirin û ji bo biçe ber civata giştî ya parlamenê hat pejirandin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya niha ragihandibû ku ew dê medya civakî bixin jêr kontrolê û heta pêwîst bike ew dê bi temamî jî bigirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin