PeyamaKurd - Çavkaniyên bilind ên ewlehiyê li Bexdayê ragihandin ku parlamenterê berê yê Iraqê Kazim Seyadî li ser fermana Encûmena Bilind a Dadweriyê bi tohmeta "gefxwarin û standina bacan" hat desteserkerin.
Hate diyarkirin ku ev pêngav beşek ji operasyona mezin a dijî gendeliyê ye ku ji 28ê Hezîrana 2026ê vir ve li welat hatiye destpêkirin.
Di çarçoveya vê kampanyaya berfireh de, piştî lêkolîn û îtîrafên Wekîlê Wezareta Petrolê Ednan Cumeylî, navên bi dehan berpirs û parlamenterên ku tevlî dizîna samanê giştî bûne hatin eşkerekirin.
Encûmena Bilind a Dadweriyê ragihand ku di encama xebata hevbeş a bi Herêma Kurdistanê re, dest bi ser zêdetirî 20 milyon dolar, 200 milyon dînar, 60 kîlogram zêr û 7 wesayîtan de hat girtin.
Her wiha Desteya Destpakiya Iraqê di dosyeya Wekîlê Wezareta Elektrîkê Xalid Xezay Etiye de dest daniye ser zêdetirî milyarek dînar, 5.8 milyon dolar û 7 qalibên zêr. Heta niha di vê operasyonê de ku bi dehan berpirs hatine girtin, biryara destbiserdagirtina zêdetirî 100 milyar dînarî hatiye derxistin.