Parlamentoya Ewropayê, pakêta ji bo Ukraynayê erê kir

Parlamentoya Ewropayê, pakêta ji bo Ukraynayê erê kir

PeyamaKurd- Ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve serlêdana ji bo krediyê ya Ukraynayê ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bê dayîn, hat erêkirin.

Di dengdana Civata Giştî ya Parlamentoya Ewropayê (PE) ya li bajarê Strasboûrgê hat kirin de pakêta darayî ya ku Yekîtiya Ewropayê (YE) plan dike ku bi teqsîtên mehane yên 1,5 milyar euroyî bide Ukraynayê, bi erêkirina 507 parlamenteran, hat qebûlkirin.

Hat diyarkirin ku armanc ew e bi vê krediya darayî ya ku bi giştî dike 18 milyar dolar, armanc ew e ku nêzîkî nîvê fonê mehane yê 3-4 mîlyar euroyî ku di sala 2023yan de ji Ukraynayê re hewce dike pêk bîne.

Her wiha hat eşkrekirin ku alîkariya darayî di serî de ji bo berdewamkirina karûbarên giştî yên wekî nexweşxane û dibistanan, peydakirina stargehên ji bo awareyan, parastina aramiya makroaborî û ji nû ve avakirina binesaziyên sivîl ên wêrankirî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin