Parlamentoya Ukraynayê rewsa derasayî qebûl kir

Parlamentoya Ukraynayê rewsa derasayî qebûl kir

PeyamaKurd – Parlamentoya Ukraynayê biryara Serokê Dewletê Proşenko ku 30 rojan daxwaza îdareya rewşa derasayî dikir, qebûl kir.

Ukraynayê ji ber ku keştiyên cengê yên Rûsyayê li Deryaya Reş nêzîkî Tegava Kerçê bi çek midaxeleyî keştiyên wê yên cengê kir, rewşa derasayî ragihand.

Parlamentoya ku bi daxwaza Serokê Dewletê Petro Poroşenko civiya, tê de biryarnameya ku dixwaze piştî 28ê mijdarê heta 30 rojan bibe îdareya rewşa dereasayî hat qebûlkirin.

Di parlementoyê de ji 330 parlemeterî 276an dengê belê da biryarnameyê û qebûl bû.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin