Parlementoyê 'Îxwan' wekî rêxistineke terorîst nas kir

Parlementoyê 'Îxwan' wekî rêxistineke terorîst nas kir

PeyamaKurd - Parlamentoya Lîbya ya di destê artêşa Lîbya de ye, rêxistina Ixwan el-Muslimîn weke rêxistineke terorîst nas kir.

Berdevkê Meclîsa Parlamenterên Lîbyayê Ebdulah Belhîq ragihand ku parlamentoyê di civîna xwe ya êvarî de kirinên rêxistina Ixwan el-Muslimîn şermezar kiriye û ew weke rêxistineke terorîst nas kiriye.

Hat diyarkirin ku  civîna navborî 13ê Gulanê hatiye lidarxistin û bi beşdariya 70 parlamentaran ew biryar hatiye wergirtin.

Welatê Lîbya ji sala 2015an di nav şer û aloziyê de ye û saziyên dewletê jî di navbera artêşa Lîbya ya Xelîfa Hefter û Hikumeta Wifaqê ya Ixwanî de hatine dabeşkirin.

Tevî ku hikumet bi awayekî navdewletî hatiye naskirin jî lê heta niha parlamentoya Lîbyayê ew nas nekiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin