Paşinyan: Em rêya dan û sitendinan ya bi Tirkiyê û Azerbeycanê re vedikin

Paşinyan: Em rêya dan û sitendinan ya bi Tirkiyê û Azerbeycanê re vedikin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan di civîna li Kirgizîstanê ya li bajarê Bişkekê ya Şanghayê de ragihand ku ew dixebitin da rêya dan û sitendinên di navbera Ermenistanê û Tirkiye-Azerbeycanê de vekin û her weha rêya navdewletî jî vekin.

Paşinyan di civînê de axifî û got ku divê di civaka navdewletî de gelek serî hebin û tekane rêya bi ewele jî ev e. Paşinyan her weha got ku Ermenistan dewletekî biçûke û di rewşa pergala dinyayê ya pir serî de, siyaseta derve ya Ermenistanê siyasetekî ‘mêzênkirî û mêzênker’ dimeşîne û bi vî tewrê xwe jî destekê dide siyasetê.

Paşinyan ragihand ku siyaseta Ermenistan dimeşîne, armanca wê ji vê siyasetê; parastina desthilat û serxwebûna Ermenistanê ye, xwurtkirina pêwendiyan ya bi cîranan re ye. Paşinyan weha dewam kir:

“Em bi Îran û Gurcistanê re têkiliyên xwe kûr dikin û her weha bi her dû cîranên xwe, bi Tirkiye û Azerbeycanê û civaka navdewletî re jî têkiliyên xwe pêş de dibin. Ev rewşa han, di 8ê Tebaxa sala 2025an de, bi desteka serokê DYAyê Donald Trump ku aştiya di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de hat kirin, ketiye rewşekî ber bi çav. Niha jî ji bo em rêyên di navbera xwe û Tirkiye-Azerbeycanê û navdewletan de vekin, dixebitin.”

Paşinyan behsa proja ‘ji bo refah û aştiyê rota Trump’ (TRIPP) kir û got ku TRIPP, ne tenê Derya Hazarê bi Derya Sipî ve girê dide lê her weha Kendava Basrayê bi Derya Reş ve girê dide û wê gihandina ji Başûr ber bi Bakûr de jî bike. Bicîhanîna projê re wê fêde bide temamê welatên herêmê.