Pedersen: Dibe Komîsyona Destûra Sûriyê Îlonê bê avakirin

Pedersen: Dibe Komîsyona Destûra Sûriyê Îlonê bê avakirin

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen, di cıvata giştî ya NY de derbarê rewşa dawî ya Sûriyê de gotarek pêşkeş kir. Pedersen da zanîn ku ew bi hêvî ye Komîsyona Destûra Nû ya Sûriyê piştî 8 salên şerê navxweyî were avakirin û îşaret bi meha Îlonê kir.

Pedersen diyar kir ku li ser gelek navên di komisyonê de cî bigirin aliyan li hev kiriye û hinek nêrînên cuda di navbera aliyan de hebin jî qonaxa xwe hatinê hêviyê dide û ew hêvî dike pirsgirêkên mayî jî bên çareserkirin.

Pedersen herwiha hikûmeta Sûriyê bi êrîşên ku dibin sedema xeteriya ser 3 milyon mirovan tawanbar kir û got, “Divê Sûriye li gorî hiqûqa navdewletî sivîlan biparêze.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin