Pehlewî vê carê soza misogerkirina mafên Kurdan da

Pehlewî vê carê soza misogerkirina mafên Kurdan da

PeyamaKurd - Kurê Şahê berê yê Îranê Riza Pehlewî yê ku beriya niha bi daxuyaniyên xwe yên tund li dijî daxwazên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê derdiket û gefa dixwar, vê carê bi peyameke nerm bang li Kurd, Azerî û Loran kir.

Pehlewî yê ku li derveyî welêt amadekariya hatina ser deshilata piştî hilweşîna rejîma Îranê dike, bal kişand ser şêrê berdewam û got ku rejîma heyî ber bi hilweşînê ve diçe û di paşeroja Îranê de tu kes rastî cudahiyê nayê. Wî destnîşan kir ku bi avakirina hikûmeteke li ser bingeha wekheviyê, hemû gel dikarin nasnameya xwe biparêzin û bi awayekî azad û adil di nav sînorên Îranê de bijîn.

Pehlewî di peyama xwe de bal kişand ser "yekîtiya neteweyî" û bang li welatiyên parêzgehên wekî Sine, Kirmanşan û Îlamê kir ku li dijî hêzên xerabkar hişyar bin.

Herwiha Pehlewî soz da ku di rêveberiya nû de dê ol û dewlet ji hev cuda bin û mafên hemwelatîbûnê yên wekhev werin mîsogerkirin.