Pentagon 478 balafirên F-35 bi 34 mîlyar dolarî  kirî

Pentagon 478 balafirên F-35 bi 34 mîlyar dolarî  kirî

PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon û şîrketa parastinê ya Amerîkayê Lockheed Martin di navbera xwe de peymanekî bi miqdarê 34 mîlyar dolarî çêkirin ku ji wezaretê re 478 heb balafirên F-35 dê hilbirenînin.

Ellen Lord ê ji kirînên Pentagonê berpirs û rêvebirê bernameya balafirên F-35an Eric Fick derketin ber çapemeniyê û gotin ku ji aliyê jimara balafirên ku sîparîşa wan hatiye dayîn û ji aliyê bihayên wan de pêngavekî girîng e.

Korgeneral Fick weha got:

“ Payman bi bihayê 34 mîlyar dolara ye û jimar 478 e. Ev bo artêşa Amerîkayê bo hêzên hewayî, derya û piyadeyên deryayê, bo hevkarên me yên dinyayê û muşteriyên me bên çêkirin. Di nava wan de 351 F-35A, 86 F-35B û 41 F-35C hene."

Lockheed Martin bi awayeka nivîskî weha ragihand:

“Ev Peyman di çarçoveya bernameya navdewletî de hevkarên bernamê û firotinên derve yên leşkerî, di çarçoveya 'Lot 12', 'Lot 13' û 'Lot 14' an de temamên cureyên F-35 an dixe nava xwe.”

Li gor ragihandinê heba balafiran tê 80 mîlyon dolarî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin