PeyamaKurd – Rayedarê Wezareta Parastinê (Pentagon) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kir ku li bajarê Aleksandroupoliyê (Dedeagaç) yê Yewnanistanê, baregeheke leşkerî ya DYAyê tune ye. Rayedar dastnîşan kir ku ew cihê ku wek baregeh tê hesibandin kargeheke Yûnanîstanê ye û ew kargeh, di çarçoveya peymanên di navbera her du welatan de tê bikaranîn.
Rayedarê Pentagonê di derbarê nûçeyên di çapemeniya Yûnanîstanê de hatine weşandin ku tê angaştin wê DYA baregeha xwe ya li Dedeagaçê bigire de daxuyaniyeke nivîskî da.
Rayedar di daxuyaniya ku da de derbarê mijarê de wiha got: "Li Dedeagaçê baregeheke DYAyê tuneye, ev tesîseke Yûnanîstanê ye ku di çarçoveya Peymana Hevkariya Parastinê ya Hevbeş de tê de ye.”
Rayedarê ku diyar kir ku baregeha navborî tenê wekî navendeke veguheztinê ya amûrên Amerîkayê yên ketin û derketina Ewropayê tê bikaranîn û got, "Ev ne 'bingehek e' ku DYA wê bigire."
Rojnameyên Dîmokratîa û Ta Nea yên Yûnanîstanê îdia kirin ku Serokê DYAyê Donald Trûmp biryara girtina baregeha Amerîkayê ya li bajarê Alexandroupoli yê Yûnanîstanê daye.
Rojnameya Dîmoqratî ragihand ku dibe ku êdî ev baregeh ne hewceyî dîtinê be û piştî şerê li Ukraynayê bi dawî bibe, dibe ku were girtin û got, "Girtina baregehê wê bandora Tirkiyê li ser Tengavê xurtir bike û desthilata Enqerê ya kontrolkirina ketin û derketina herêmê zêde bike."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin