PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon li ser operasyona Tirkiyê bo rojhilata Firatê peyamekî da. Berdevkê Pentagonê weha got:
“Me hêzên xwe ji ber rota an ku îstîqameta hereketa Tirkiyê ya ku dibe bibe, vekişand. Mixabin Tirkiye xwest bi serê xwe tevibgere. Di encamê de bo parastina hêzên Amerîkayê, me xwe ji ber rota Tirkiyê ku dibe tê de hereket bike, da alî. Me niha di jimara hêzên xwe yên li Sûriyê ti guherandinê nekiriye.”
Pentagon got ku ew hêjî fikra ‘herêma bi ewle’ diparêzin. Di jimara leşkerên Amerîkayê yên Sûriyê de, ti guherîn tine ye. Birayara vekişandina leşker ji deverê, Trump bi wezareta bergiriyê re şêwiriye û daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin