PeyamaKurd- Berdevkê wezareta bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) Jonathan Rath Hoffman got ku leşkerên wan yên ku li seha petrolê ya bakûrê Sûriyê ne, dema bo wan talûkeyekî bibe, mafê wan e ku xwe biparêzin. Berdevkê Pentagonê Hoffman di ragihandina xwe de got ku perê ji seha petrolê tê bidestxistin, ne bo Amerîkayê ye lê bo HSDê ye.
Berê di çapemeniyê de hatibû ragihandin ku ji Dêrezorê heya Hesiçayê bi dirêjahiya 150 km yan bo parastina seha petrolê wê 800 leşkerên Amerîkayê bimînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin