Pentagon: Tirkiye ji hêzên hewayî yên Sûriye hat derxistin

Pentagon: Tirkiye ji hêzên hewayî yên Sûriye hat derxistin

PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand ku Tirkiye ji aliyê Navenda Hêzên Hewayî yên Hevpar bo Sûriye hatiye derxistin. Wê ji niha û pê de agahiyên keşfê û çavdêriyê nedin Tirkiyê. Berdevka Pentagonê yarbay Carla Gleason mijarê weha ragihand:

“Tirkiye ji aliyê Navenda Operasyonên Hewayî yên Hevpar de ji wezîfa fermana hewayî hatiye derxistin. Wê agahiyên keşfê û çavdêriyê nedin Tirkiyê. Eger ev nebe gelek zahmete ku balafirên Tirkiyê bê koordînasyon bifirin.”

Pentagon berê ragihandibû kê wê bo operasyonan destekê nedin Tirkiyê û Trump jî Tirkiyê tehdîd kiribû da sînorê Trumpî derbas neke.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin