Pentagon: Tirkiyê parastina Balafirgeha Kabûlê qebûl kir, lê alîkarî xwest!

Pentagon: Tirkiyê parastina Balafirgeha Kabûlê qebûl kir, lê alîkarî xwest!

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby di civîna çapemeniyê de ragihand ku Tirkiyê qebûl kiriye di parastina ewlekariyê ya Balafirgeha Kabûlê  de rol bistîne.

Kirby herwiha diyar kir ku hîn gelek karê bê kirin heye û Tirkiyê jî ji bo cîbicîkirina vê biryarê alîkariya navdewletî xwestiye.

Berdevkê Pentagonê herwiha da zanîn ku ew hîn nizanin piştgiriyeke çawa bidin Tirkiyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, hêzên Amerîkayê heta 11ê Îlona îsal vekişîna xwe ya ji Afganistanê temam dikin, lê dixwazin Balafirgeha Kabûlê di bin parastina navdewletî de bimîne ku Tirkiyê yekem car pêşniyara bicihkirina hêzên xwe li balafirgehê li Amerîkayê kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin