PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna ji Sûriyê pesend kir.
Ajansa Nûçeyan Ajans France Press (AFP) ragihand ku Pentagonê biryarnameya Trump pesend kiriye û vekişînê dest pê kiriye.
Rayedarên Amerîkî jî ji medya Amerîkayê re ragihandine ku dê Wezareta Derve ya Amerîkayê di nav 24 saetan de hemû karmendên xwe vekişîne û leşkerên Amerîkî jî dê di nav 60 û 100 rojandan ji Sûriyê bên vekişandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin