PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon bo budçeya sala 2022 an 715 mîlyar dolar pere xwest û bo têkoşîna li dijî IŞİD ê bo Iraq û Sûriyê ku YPG jî di nav de ye, bo bernama ‘Têkoşîna li Dijî IŞİD ê bo perwerdê û timtêlê’ 522 mîlyon dolar pere xwest. Daxwaza budçeyê îro bo Kongreya Amerîkayê hat şandin.
Di nav budçeyê de bo têkoşîna li dijî Çînê 5.1 mîlyar dolar hatiye xwestin.
4,91 mîlyar dolar bo sîlihên hêzên hevpar, bo bicîhkirina hêzan, bo tatbîqat û ceribandinan û bo pêşdebirina hevkariyê û îttîfaqan dê bê serfkirin.
Bo hêzên Iraqê û YPG ê 522 mîlyon dolar hatiye xwestin ku jê 345 mîlyonê wê bo Iraqê ye.
Bo welatên cîranên Sûriyê bo ewlehiya sînor, bo Urdunê û welatên din370 mîlyon pere hat xwestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin