PeyamaKurd - Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon), biryareke nû ya stratejîk ragihand ku li gorî wê, Washington hebûna xwe ya serbazî ya li parzemîna Ewropayê kêm dike.
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell, li ser hesabê xwe yê torên civakî eşkere kir ku hejmara lîwayên şer ên Amerîkayê yên li Ewropayê ji 4an bo 3an hatiye daxistin û bi vê pêngavê re hejmara leşkeran vedigere asta sala 2021an.
Parnell destnîşan kir ku ev biryara kêmkirina hêzan, dê bibe sedema derengketin û taloqkirina şandina leşker, tank û teçhîzatên serbazî yên Amerîkayê ku biryar bû li ser axa Polonyayê werin bicihkirin.