Pentagonê nasnameya 6 leşkerên li Iraqê mirine eşkere kir

Pentagonê nasnameya 6 leşkerên li Iraqê mirine eşkere kir

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), nasnameyên 6 leşkerên xwe yên ku Pêncşema borî di encama ketina balafira sotemeniyê ya cureyê KC-135 li rojavayê Iraqê jiyana xwe ji dest dabûn, ji raya giştî re ragihand.

Hate eşkere kirin; leşkerên bi navê John Kleiner, Ariana Savino, Ashley Pruitt, Seth Koval, Curtis Angst û Tyler Simmons ku temenê wan di navbera 28 û 38 saliyê de ne, karmendên balafira navborî bûn.

Tevî ku komên milîs ên nêzîkî Îranê yên di bin sîwana "Berxwedana Îslamî ya Iraqê" de îdia dikin ku wan balafir xistiye jî Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) destnîşan kir ku tu nîşanên êrîşeke "dijminane" tune ne û lêpirsîna li ser sedema qezayê berdewam dike.

Ev balafira KC-135 ku zêdetirî 60 sal in di xizmeta artêşa Amerîkayê de ye, dibe balafira çaremîn a leşkerî ku di pêvajoya şerê heyî de dikeve. Beriya vê bûyerê jî 3 balafirên şer ên cureyê F-15 ji aliyê hêzên Kuweytê ve "bi xeletî" hatibûn xistin.