'Pêşketina Îsraîlê li başûrê Lubnanê sedemek ji bo fikaran e'

'Pêşketina Îsraîlê li başûrê Lubnanê sedemek ji bo fikaran e'

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Almanya Johann Wadephul diyar kir ku "pêşketina artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê sedemek mezin ji bo fikaran e."

Wadephul, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku beşdarî civînên Neteweyên Yekbûyî bû, axivî û got, "Pêşketina artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê sedemek mezin ji bo fikaran e."

Wezîrê Derve yê Almanya bang li hemû aliyan kir ku tavilê dev ji dijminatiyê berdin û vegerin agirbesta lihevkirî û tekez kir ku Îsraîl berpirsiyar e ku di operasyona xwe ya li dijî Hizbullahê de sivîl û binesaziya sivîl biparêze.