Peskov daxuyaniya Trump ya ku bi Pûtîn re axiviye red nekir

Peskov daxuyaniya Trump ya ku bi Pûtîn re axiviye red nekir

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got ku bi DYAyê re bi kanalên cuda hevdîtin hatin kirin û ew nikarin daxuyaniya Serokê DYAyê Trump ya ku gotibû bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re bi telefonê axivîne, " piştrast bikim an jî red bikin."

Peskov, di daxuyaniya xwe ya ji bo ajansa nûçeyan a Rûsî Interfaksê de, li ser daxuyaniyên Trump ên ku bi Pûtîn re derbarê şerê li Ûkraynayê de bi telefonê axivîne, axivî.

Peskov ragihand ku ji bo danûstandina bi rêveberiya nû ya DYA re rêyên cuda hene û got, "Ev têkilî jî bi rêyên cuda tên kirin."

Peskov bal kişand ku ji ber tundiya danûstendinên mijara gotinê ew ji hemû geşedanan nayên agahdarkirin û got, "Ji ber vê yekê ez ne dikarim hevdîtineke bi vî rengî piştrast bikim û ne jî înkar bikim."

Trump ji The New York Post re got, "planek wî ya berbiçav" heye ku şerê Rûsya-Ukraynayê bi dawî bike û wî bi Pûtîn re gotûbêj kiriye.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin