PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsya Kremlînê Dimitrî Peskov, da xuyakirin ku di xebatên damezrandina komisyona destûra nû ya Sûriyê de gihîştine dawiyê û ragihand, dê di meha Îlonê de ji bo Sûriyê lutkeyek di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê bê sazkirin.
Peskov ji medya rûsî re ragihand, xebatên bo damezrandina komisyona destûra nû ya Sûriyê gihîştine ber bidawiyê û wiha axivî:
"Pir nêzîk e xebat bidawî bibin. Tenê em gavekê dûrî pêkanîna komisyona destûrê ne. Niha nikarim derbarê hevdemiya ragihandina komisyonê û lutkeya Enqere ya tê çaverêkirin de agahiyan bidim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin