PeyamaKurd- Rêvebiriya televîzyona Dicle ya ku navenda wê Iraqe, li Basrayê bûyeran dişopand û di dema xebata xwe de, peyamnêrê wê Ahmed Abdulsemed û kameraman Sefa Xalî îro ber destê êvarê ji aliyê êrîşkeran de hatin kuştin. Rêvebiriya Dicle tv mijarê weha ragihandiye:
“Îro ber destê êvarê peyamnêrê me Ahmed Abdulsemed û kameraman Sefa Xalî li Basrayê ji aliyên çend mîlîsên çekdar de bi sîlihan hatin kuştin.”
Vîdeoya dema kuştina wan ji aliyê medyayê de hatiye parvekirin. Serokê sendîka rojnamevanan Mueyyed Lamî bang li fermandariya operasyonan û rêvebiriya asayîşa Basrayê kir ku bilez kujerên wan bigrin. Lamî got ku ev bûyer li dijî temamê rojnamevanan sûce ku hatiye kirin.
Sendîka rojnamevanan ya giştî ya Iraqê jî bûyerê şermezar kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin