Pezeşkiyan astengiyên li pêşiya internetê rakir

Pezeşkiyan astengiyên li pêşiya internetê rakir

PeyamaKurd – Serokê Îranê Mesûd pezeşkiyan biryara rakirina astengiyên li ber İnternetê îmza kir. Biryar bi sedema bi mehaye dewleta Îranê interneta di nav xelkê de asteng kiribû, nedihat bikaranîn.

Ajansa fermî ya Fars di weşana xwe de cîh da xeberê. Biryar di civîna bi serpereştiya cîgirê yekem yê serokkomarê Îranê Muhammed Rıza de hatiye dayîn û weha dewam dike:

“Ji bo girêdana înternetê ya di asta dinyayê de, biryarê dane û şandine wezareta danûsitendinan û teknolojiyê ya Îranê.”

Wezîrê teknolojiyê yê Îranê Settar Haşimi, di 26.01.2026 an de di daxwuyaniya xwe de gotibû ku birîna înternetê li Îranê rojane zerara ku dide aboriya Îranê 34 milyon û 500 hezar dolar e.