Pezeşkiyan: Îran rûbirûyî şerekî giştî yê aborî, leşkerî û ewlehiyê ye

Pezeşkiyan: Îran rûbirûyî şerekî giştî yê aborî, leşkerî û ewlehiyê ye

PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan bersiva daxuyaniyên Serokê DYAyê Donald Trump ên derbarê sepandina "cezayên herî giran" de da û ragihand ku welatê wî di warên aborî, leşkerî û ewlehiyê de bi şerekî giştî re rûbirû ye.

Pezeşkiyan li ser gora Ayetullah Xumeynî de got ku tevî hemû zext û aloziyan, Îranê karîbû li ser piyan bisekine.

Pezeşkiyan rewşa aborî ya niha mîna Heyama Şerê Îran û Iraqê (1980-1988) pênase kir û got ku dijmin texmîn dikir Îran dê hilweşe û bibe mîna Venezuelayê, lê Îran berovajî wê bihêztir bûye.

Serokkomarê Îranê bal kişand ser ku çareseriya krîzê bi tevlîbûn û hevkariya hemû beşên civakê dibe û anî zimên ku welatê wan ne li benda şîretan e, belkî pêdiviya wan bi kesên ku derkevin qadê û barê welat hilgirin heye.