Pizîşkiyan: Îran di nav şerekî berfireh û giştî de ye

Pizîşkiyan: Îran di nav şerekî berfireh û giştî de ye

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan derbarê rageşiya ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de daxuyanî da û got ku rastiya berçav nîşan dide ku îro Komara Îslamî ya Îranê di nav şerekî berfireh û giştî de ye.

Pizîşkiyan bang li Amerîkayê kir ku divê rastbîn bin û encamên berxwedana leşkerî qebûl bikin.

Mesûd Pizîşkiyan herwiha behsa hevtêgehiştina îmzekirî ya li gel Washingtonê kir û diyar kir ku ew peymana demkî di berjewendiya Îranê de bû û di tu xalên wê lihevkirinê de wan ji maf, rêgez, berjewendiyên neteweyî û nirxên xwe yên şoreşê gav paşde neavitiye û tu bendeke wisa nîne ku bi tenê sûdeke yekalî bide aliyê Amerîkayê.

Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşên herdu aliyan aqûbeta agirbestê nezelal e û hewlên ji bo lihevkirinê jî lawaz bûne.