PeyamaKurd - Medyaya fermî ya rejîma Îranê ragihand ku Hêzên Pasdarên Şoreşê bi balafirên bêpîlot (dron) êrîşeke "berfireh" birine ser paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê. Li gorî îdiayan, di vê operasyonê de çendîn xalên taybet ên li hundirê bajêr hatine hedefgirtin.
Li gorî raporên nûçeyan û dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin, yekîneyên dronan ên Hêzên Bejayî yên Pasdarên rejîna Îranê (IRGC) ev operasyon pêk anîne. Îran îdia dike ku êrîş bi serkeftî gihîştiye armancên xwe, lê heta niha derbarê hûrgiliiyên hedefan û ziyanên canî de tu agahiyên zelal parve nekirine.
Tevî ku medyaya Îranê behsa operasyoneke mezin dike, ev îdia hîn ji aliyê çavkaniyên serbixwe yan jî rayedarên Herêma Kurdistanê ve nehatine tekezkirin. Li ser medyaya civakî hinek wêne û dîmenên teqînan têne nîşandan, lê hîn ne diyar e ka ev dîmen girêdayî rûdanên dawî ne yan na.
Tê payîn ku di saetên pêş de ji aliyê Dezgeha Dijî Terora Kurdistanê yan jî hikûmeta Herêmê ve daxuyaniyeke fermî derbarê vê rûdanê de were belavkirin.