PeyamaKurd – Li gor peymana navbera Amerîkayê û hilberînerên dermanê Kovid-19 ê fîrma Pfizer û BioNTech ê, wê her dû fîrma 100 mîlyon dozên din yên aşiyê bo Amerîkayê amade bikin. Li gor peymanê dê hukumeta Amerîkayê bo 100 mîlyon dozê 2 mîlyar dolar pere bide her dû şîrketan.
Pfizerê roja şarşemê ragihandibû ku dê her dû şîrket heya 30 yê meha hezîranê 70 mîlyon doz û berya 31 ê tîrmehê wê 30 mîlyon dozên dinan temam bike û teslîmê hukumeta Amerîkayê bike.
Dema mirov bi temamî li miqdarê aşiyê û pera dinhêre miqdarê aşiyê digihê 4 mîlyar dolarî û doza aşiya digihê 200 mîlyon dozê.
Wezîrê tenduristiyê yê Amerîkayê Alex Azar ragihand ku her kesê bixwaze heya hezîrana 2021 ê dikare aşi bibe, alavên wan têr dikin û di bernama hukumetê de heye ku heya 400 mîlyon dozê aşiyê amade bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin