PeyamaKurd – Piştî agirbesa Amerîka-Îranê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û seroke DYAyê Trump di rêya telefonê de li ser agirbesê û rûdanên li herêmê axifîn. Erdoğan rizabûna xwe ya li ser agirbesê ragihand ku xwest ku agirbesa ji bo 2 hefteyan bibe aştiyekî mayînde.
Li ser axaftina her dû lîderan serokatiya danûsitendinan ya serokkomariya Tirkiyê daxwuyanî da û got ku Erdoğan razîbûna xwe ya li ser agirbesê bo Trump ragihandiye û gotiye ku 40 rojên dawiyê gelek zahmet derbas bûne.
Erdoğan gotiye ku divê pêvajo nê xerabkirin û divê pêvajo baş bê ravekirin. Erdoğan hem gotiye ku di serî de dost Pakistan û dewletên din yên bira ji bo muzakereyên bi hevre meşandin, wê desteka Tirkiyê bi zêdayî dewam bike
Di axaftinê de ji bo aramiya herêmê bibe, Erdoğan û Trump behsa girîngiya têkiliyên dîplomatîk kirine.